20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
MALATYA
Duyemîn danîşîna doza der heqê Şaredara berê ya Bajarê Mezin Diyarbekirê Gulten Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBPyê Sebahat Tuncelê da hat lidarxistin.
Tuncel li Girtîgeha Sîlîvriyê ku lê girtî ye, ji ser Pergala Înformatîk a Deng û Dîmenê (PÎDD) beşdarî danîşîna li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ya 1emîn bû. Kişanak ji ber kêşeyeke di PÎDDê da beşdarî danîşînê nebû.
Tevî hin xizmên berşikan, Cîgirserokê Koma HDPyê Ahmet Yildirim, Parlementerên HDPyê Dîlek Ocalan, Feleknas Uca, Sîbel Yigitalp, nûnerên partiyan û nûnerên hin komeleyên jinan danîşîn şopandin.
Heyeta dadgehê taleb nirxandin û herwiha biryara berdewamkirina girtîbûna Kişanak û Tuncelê da. Dîsa li gorî biryara dadgehê, berşik wê di danîşîna din da li girtîgehên ku lê girtî ne, bi rêya PÎDDê amade bin.
Heyeta dadgehê bona temamkirina kêmasiyên dosyeyê, danîşîn taloqî 15ê tebaxê kir.