Di doza KCKê ya ku li Dadgeha Cezayê ya Giran a Sêrtê dihat dîtin de 4 tohmetbar hatin tehliyekirin. Di çarçoveya doza ku jê 4 kes girtî 63 kes tên darizandin de ji tohmetbaran Abdullah Altûn, Fesîh Kaya û Îbrahîm Akin hatin tehliyekirin.
Di doza "Hevkariya Ciwanên Rêxistinê" ya ku jê 7 kes girtî 15 kes tên darizandin de jî heyeta dadgehê biryara tehliyekirinê tenê ji bo tohmetbar Şafî Tûnç da.