20 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê John Kîrby da zanîn ku DYA êrîşa terorê ya li Beyogluyê bi 'tundî' şermezar dike.
Kîrby der heqê êrîşa li Beyogluya Stenbolê ya ku bû sedema mirina 5 kesan û 7 jê xedarî 39 kes birîndar bûn de daxuyaniyeke nivîskî da.
Kîrby di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşa terorê ya ku li Stenbolê qewimî bi tundî şermezar dikin û got ku "Em sersaxiyê didin malbatên kesên ku mirin û hêvî dikin ku birîndar jî demildest baş bibin."
Kîrby destnîşan kir ku dê di merhaleya lêpirsînê de bi rayedarên tirk re di nav têkiliyeke nêz de bin û nirxandina "DYA bi Tirkiyeya ku mitefîkê NATOyê ye re di mijara terora ku tehdîda hevpar e de di nav piştevaniyê de ye."
Kîrby di daxuyaniya xwe de ev gotin:
"Ev êrîşa qirêj berdewamiya êrîşên şîdetê ye yên ku li Tirkiyeyê welatiyên Tirkiyeyê û ziyaretvanên navneteweyî bi heman awayî bêparastin hedef digire. Ev êrîşên terorê piştgiriya me ya ji bo li herêmê pêkanîna aştî û lihevkirinê xurt dike."