20 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
ANKARA
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê li serokatiya bajêr a Enqereyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyonek kirin. Di operasyonê de berpirsyarê Enqereyê yê YDG-Hyê hat binçavkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda, hêzên ewlehiyê li ser îxbara 'terorîstek li serokatiya bajêr a Enqereyê ya HDPyê ye' çûn avahiya partiyê. Tîman berpirsyarê Enqereyê yê YDG-Hyê A.S binçav kir.
Piştî kontrola tenduristiyê tîman A.S birin Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê.