Di Lijneya Giştî ya Meclisê de hevdîtinên li ser budçeya 2015an didomin.
Parlementerê Wanê yê HDPê Nazmî Gur der barê budçeya Wezareta Karên Derve de axivî û got ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriye û DÎŞIyê şaş e.
Gur ragihand ku tişta ku Tirkiyeyê li cem dewletên rojavayê dixe zorê, têkiliyên bi DÎŞIyê re ne û wiha dewam kir:
"Li Mûsilê avêtibûn li ser konsolosxaneyê û 49 rayedarên konsolosxaneyê bi destê DÎŞIyê hatibûn dîlgirtin. Di vê mijarê de rewşeke tarî heye. Hikûmet û Wezareta Karên Derve daxuyaniyên ku raya giştî û mitefîqên xwe yên Rojavayî îqna bikin, neda. Ji aliyekê ve dibêje DÎŞI rêxistina terorê ye, lê jialiyê din ve jî beşdarî koalîsyona ku li dijî DÎŞIyê ava bûye û ji 60 welatan pêk tê nebû. Helbet Tirkiye dizane ku wê beşdar bibe an beşdar nebe, lê ji ber ku rast e rast li dijî nasekine, mitefîqên xwe dixe fikarê. Ev yek jî wê di paşerojê de ji bo polîtîkaya derveyî welêt bibe sedem ku komplîkasyonên cuda derkeve holê."