Farûk yilmaz biryar da ku ji dara gûzê elektro gîtaran çêke û ji ber ku nizanibû elektro gîtar çawa tên çêkirin, pêşî ji înternetê vîdeoyên der barê çêkirina gîtaran de temaşe kir. Yilmaz her wiha bi hostayê gîtarê yê norwecî yê ku li ser înternetê hev naskiribûn re têkilî danî û ji wî der barê çêkirina gîtarê û mezinahiya wê de agahî sitandin û salek berê li navenda Hîzanê atolyeyeke biçûk vekir.
Yilmaz pişt re li atolyeya xwe dest bi çêkirina gîtarên ji dara gûzê kir û gîtarên modela gîbsonê yên ku ku navdarên rockê tercîh dikin, çêkir û li ser înternetê dest bi firotina wan kir.