Elif Orhan
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 30 Mijdar 2018
ANKARA
Serokê TBMMê Bînali Yildirim got, "Heke em bixwazin dîsa dikarin ku Asyayê bikin navenda cazîbeyê ya dinyayê û bikin wekî hêviya mirovahiyê"
Yildirim anî ziman ku mafê hemû mirovan e ku li dinyayê bi awayekî xweştir bijîn û destnîşan kir ku wek parlementer peywir dikeve ser milê wan hemûyan
Serokê TBMMê Yildirim wiha axivî:
"Tu feydeya pevçûnan ji herêma me re, ji mirovahiyê re tune. Ya divê bê kirin; ji holê rakirina pirsgirêkên berdest, bi aktîf bikaranîna dîplomasiya parlamenter piştgiriya ji bo çareserkirina nelihevkirinan, hikûmetên me yên ku pirsgirêkên wan hene ye. Piştî ku Osmanî ji sehneya dîrokê rabû li herêmê ji ber hedefên emperyal aştî û aramî xirabû û biratî nema."
Yildirim herwiha got, "Dinya divê ji turbulansa ku di çaryeka dawîn a sedsala 21emîn ketê teqez derkeve. Bila tu dewlet zen neke ku bi çêkirina dîwarên bilind ên ser sînorên dewletê ji pirsgirêkan xilas bibe. Çareseriya pirsgirêkan ew e ku yekpare li dinyayê binêre."