Abdullah Tel
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 30 Mijdar 2018
ANKARA
Di pêşbaziya "Welatê Min Tirkiye" da ku ji hêla Federasyona Komeleyên Xwendekarên Navneteweyî (UDEF) ev cara duyemîn e lidarxistin da xelata xwendekarên serkeftin bidestxistibûn, hat dayîn.
Xwendekarên li Tirkiyeyê dixwînin di çîrok û helbestên nivîsîn da û kurte fîlmên kişandin da qala hezkirina xwe ya ji Tirkiyeyê kirin.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Mehmet Cahît Turhan jî di merasima xelat dayînê ya ku Ajansa Anadoluyê jî Şirîkê Ragihandinê yê Global e da axivî û got: "Tirkiye bi tenê ji 780 hezar kîlomtreqereyî pêk nayê, Tirkiye welatê hemû kesên mezlûm in."
Merasima xelat dayînê jî li eywana konferansê ya Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê hat kirin.
Di kategoriya kurte fîlmê da Kasongo Kaloba Abdoulkarim ê ji Kongoya Demokratîk bû yekemîn û xelata xwe ji destê Wezîr Turhan hilda.
Wezîr Turhan destnîşan kir ku ji çar aliyê dinayê xwendekar li Tirkiyeyê ne û wiha pê da çû: "Tirkiye bi tenê ji 780 hezar kîlomtreqereyî pêk nayê, Tirkiye welatê hemû kesên mezlûm in û di heman demê da ji bo kesên baweriya wan bi Heq heye jî war e."
Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Navneteweyî Mehmet Ali Bolat jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 143 hezar xwendekarên navneteweyî hene û ji bo xwendekar bikaribin hêstên xwe yên li hemberî vî welatî parve bikin organîzasyoneke wiha kirin rewacê.
Di pêşbaziya ku di kategoriya kurte fîlm, helbest û çîrokê hat kirin da ji Efganistanê Atila Atavash di kategoriya helbestê da bû yekemîn û di ya çîrokê da jî Ali Hasan yekemîntî qezenc kir.