02 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Qesra Çankayayê destnîşan kir ku welatî hemî yeksan in û got, "Ti ferq û cudayî di navbera wî qîmetê ku hûn didin Enqereyê û qîmetê birayên me yên li bajarên Edîrne, Konya, Mûgla û hemî bajarên din tune ye."
Davutoglu li Qesra Çankayayê pêşwazî li nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (SCS) kir.
Serokwezîr anî ziman ku wê hevdîtinên bi hev şêwirînê li herêmên din bidomin û got, "Vê derê Qesra Çankayayê ye, navenda rêveberiya paytext e, hûn bizanin, hiqûqên we ji yên 79 milyon birayên me yên din ne zedê ye. Ti ferq û cudayî di navbera wî qîmetê ku hûn didin Enqereyê û qîmetê birayên me yên li bajarên Edîrne, Konya, Mûgla û hemî bajarên din tune ye."
Davutoglu destnîşan kir ku axa welêt emaneta şehîdên pîroz e ku her welatiyek tê da bi şiklekî yeksan xwediyê wê ye û wiha pê da çû, "Çiqas heqê kesekî Edîrneyî di Edîrneyê da hebe, hewqas heqê wî di Hekkariyê da jî heye. Bi heman şiklî, çiqas heqê kesekî ji Hekkariyê di Hekkariyê da hebe, hewqas heqê wî di Edîrneyê da jî heye. Heqê her yekî ji wan jî di Enqereyê da yeksan e."
Serokwezîr herwiha got, "Em her herêmeke Tirkiyeyê weke yek parçeyekî dibînin. Her bajarek, çemek, çiyayekî em weke birayên hevdû dihejmerên. Ti ferqa Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ji Mizgefta Mezin a Bûrsayê tune ye. Ferqa Uludagê ji Çiyayê Agiriyê, Ferqa Çemê Feratê ji Çemê Sakaryayê û Dîjleyê ji yê Yeşîlirmakê tune ye û mirov û birayên ku di quntarên wan da dijîn ti ferqa wan ji hevdu tune ye."
Davutoglu anî ziman ku wê sibê jî digel SCSyên ku ji Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Anatoliyê hatine, bicive.