22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê Siûd Mele der barê "rêbaza kantonê" ya ku PYDya milê Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê li Tel Ebyada li sînorê Tirkiyeyê îlan kir de got ku "Em kantonên ku PYDyê îlan kirine nas nakin. Em awayê siyaseteke wiha jî xelet dibînin. Em dixwazin pêngavên ku tên avêtin bila bi îstişareyê bin."
Meleyê ku xebatên xwe yên siyasî li Hewlêrê berdewam dike der barê "rêbazên kantonê" yên PYDya milê Sûriyeyê ya PKKyê û êrîşên hewayî yên Rûsyayê de daxuyanî da.
Mele diyar kir piştgiriyê didinê ku qeyrana li Sûriyeyê û şerê navxweyî yê ku berdewam dike bi konsensuseke ku hemû alî beşdar bibin bê xilaskirin û wiha axivî: "Em kantonên ku PYDyê îlan kirine nas nakin. Em awayê siyaseteke wiha jî xelet dibînin. Em dixwazin pêngavên ku tên avêtin bila bi îstişareyê bin. Lê belê hişmendiya PYDyê yekparêz e. Tenê xwe wekî xwediyê wir dibîne."
Mele îdia kir ku PYD gelên Sûriyeyê "bi xetereyên mezin re rû bi rû dihêle" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di vê partiyê de mefhûma bihevretevgerînê tune. PYD kurdan û gelên din ên li herêmê bi xetereyên mezin re rû bi rû dihêle. Ji ber ku li bakurê Sûriyeyê hêz di destê wê de ye û derfetên wê zêde dibin dibe ku ev yek bibe sedema derketina xetereyên nû."
- "Kurdan seranserê dîrokê ji koalîsyonên di bin serkêşiya Rûsyayê de zirar dît"
Mele parast ku kurd divê li Iraq û Sûriyeyê di nav koalîsyona navneteweyî ya di bin serkêşiya DYAyê de cî bigirin û wiha axivî:
"Ji bo dahatûya Sûriye û kurdan ev yek bi xêrtir e. Koalîsyona ku dikare daxwaz û mafên gelê kurd pêk bîne ev e. Kurdan seranserê dîrokê ji koalîsyona di bin serkêşiya Rûsyayê de zirar dîtiye. Ev koalîsyon ne ji bo feydeya Sûriye û gelê kurd bûye, zirar daye wan."
Mele qal kir ku armanca êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê ew e ku "maweya Esed dirêj bike" û wiha axivî: "Armanca koalîsyona di navbera Rûsya, Îran, Iraq û Sûriyeyê de ew e ku rejima Esed bidin berdewamkirin. Rejima Esed beriya van êrîşan ber bi hilweşîn û xirabûnê ve diçû. Mixalefetê di vê pêvajoyê de gelek cî bi dest xistin û gelekî pêş ket. Lê belê bi hatina Rûsyayê û koalîsyona ku hat avakirin hebûna xwe berdewam dike. Dê saya serê vê yekê hêzdartir jî be. Armanca van welatan ew e ku Esed bimîne û heta hêzdartir jî be."
Mele hişyarî da heke êrîşên Rûsyayê berdewam bikin û PYD dev ji vê helwesta xwe bernede dibe ku şerê navxweyî ya li Sûriyeyê mezintir be û wiha axivî: "Şer dibe ku vê carê bibe şerekî etnîk û dinî. Şerekî di navbera elewî û suniyan de îxtimaleke dûr nîne. Ez hêvî dikim welatên ku di nav koalîsyona bin serkêşiya Rûsyayê de cî digirin, dev ji vê xeletiyê berdin û bi koalîsyona navneteweyî re hevpar tevbigerin û xizmetê çareseriya maqûl a qeyranê bikin."
Mele der barê dijî DAEŞa rêxistina terorê peywirdarkirina pêşmergeyên ji Sûriyeyê yên ku li Herêma Kurdistana Iraqê perwerdeya leşkerî dîtin de jî wiha axivî:
"Pêşmergeyên Rojava li herêma Kurdistanê disekinin. Van perwerdeyeke baş sitandine û hêza wan heye ku dijî DAEŞê şer bikin. Di encama hevkirin û peymanê de ev pêşmerge dê derbasî Sûriyeyê bibin û gel û axa xwe dijî DAEŞê biparêzin. Dijwar e ku mirov bibêje ka dê kengî derbas bibin lê daxwaza me ew e ku ev yek di demeke herî nêz de bibe."