ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha daxuyand: "Em ê ji hêlekê ve operasyonên ku li gor hiqûqê tên birêvebirin bi biryarî bidomînin û ji hêla din ve jî destûrê nedin ku şerê birayan derkeve."
Davutoglu got ku dê cezayê terorê, li gor rê û rêbazên hiqûqê hêzên ewlehî û darazê bide û wiha dewam kir: "Bila kes xwe neke şûna darazê."
Serokwezîr Davutoglu got: "Zirara ku didin saziyên çapemeniyê, navendên partiyên siyasî û welatiyên me yên sivîl nayê qebûlkirin."