IGDIR
Di êrîşa ku dema polês xebatkarên li Deriyê sinor a Dîlûcûyê dixebitin dibirin cihê wan hat kirin de 13 polês şehîd ketin. Ji bo polêsên şehid ketin li Îdirê merasim hat lidarxistin.
Cenazeyên şehidan bi ambûlans û firokeyên leşkerî ji navçeya Aralikê anîn Balafirgeha Îdirê û li vira merasim hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok jî beşdarî merasimê bû. Di merasimê de dua hat kirin û pîşt re jî cenaze xistin balafirên leşkerî.
Piştî merasimê cenazeyê Serkomîser Mehmet Parlak, Yalçin Palît û Îbrahîm Derîndere şandin Edeneyê, cenazeyê Serkomîser Yûsûf Yelkencî, polês Fehmî Şahîn, Alî Koç, Bûrak Zor, Yaşar Dogancay, Hasan Eser, Adem Can Kûrtaran, Nebî Gundogan û Bekîr Serhat Kaya şandin Enqereyê, cenazeyê Halûk Varli jî Şandin Wanê.