28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ANKARA / BALIKESÎR
Serokomar Erdogan got, "Xeber hat ku hêca li Diyarbekirê di pevçûnekê da Serokê Baroya Diyarbekirê Birêz Tahir Elçî hat kuştin û polêsekî me jî cangorî bû. Wek mayîn ji polês û rojnamevanan jî birîndar hene. Rihma Xwedê li Birêz Elçî û polêsê me yê cangorî be û Xwedê şifayê bide birîndaran. Vê bûyerê nîşan da têkoşîna ku Tirkiye li dijî terorê dide tiştekî rast e. Em ê vê têkoşînê hetanî dawiyê bidomînin, sekan tune û devberdan tune. Emê bi heman biryardariyê vê bidomînin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina tesîsên Xwendigeha Kar a Perwerdeya Taybet û Navenda Pêkanîna Perwerdeya Taybet a Odeya Bazirganiyê ya Palîtkoya Burhaniyeya navçeya Balikesîrê da axivî û wiha got: "Îro li welatê me endamên saziyên alîkariyê yên ji sedî zêtetir welatan dixebitin. Lê belê em dizanin ku piraniya van ji bo hesabên din li vê derê ne. Dîsa jî hetanî ku tiştekî ewlehiya me tehdîd bike dernekeve emê midaxeleyî wan nekin."
Erdogan der barê têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da jî got, "Em dibêjin meseleya ku di navbera me û Rûsyayê da derket bira mezin nebe û em dibêjin bira ji bo pêşerojê 'encamên liberxweketinê' dernekevin. Ji ber vê jî em bi taybetî dibêjin ku divê teref erênî tevbigerin."
- "Zîrweya Guherîna Avûhewayê dibe ku bibe firsend"
Serokomar Erdogan: "Em ji Rûsyayê ra dibêjin were em vê meseleyê jî di nav sînorên wê da nîqaş bikin û çareser bikin. Bira mesele zirarê nede hemû têkilî û pêwendiyên di navbera me da û kesî jî şa nekin. Bi ya min Zîrweya Guherîna Avûhewayê ya li Parîsê ya ku roja duşemê bê kirin ji bo çêkirina têkiliyên me derfet e. Bi vê firsendê em dikarin li wê derê biaxivin."
"Di navbera rejima Esed û PYD,YPGya rêxistina terorê tu cudahî tuneye.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, "Di nav axa welatê me da, dezgehên alîkariyê yên ji bo koçberên Sûriyeyê hene ku zêdetir 100 welatê cihê hatine. Hayê me jê heye ku gelek ji wan di pişt perdeyê da hinek niyetê wan yê cuda hene. Lê dîsa jî heta ku rewşeke dijî ewlekariya me ji wan dernekeve em nikarin ji wan ra bibin asteng."
Erdogan li Burhaniyeya navçeya Balikesîrê beşdarî merasima vekirina Navenda Perwerdeya Taybet û Fêrgeha Perwerdeya Kar ya Odeya Bazirganiyê ya Pelitkoyê bû.
Erdogan di axaftina xwe ya merasima vekirinê da destnîşan kir ku tiştekî gelekî asayî ye ku Tirkiye bûyerên nav Sûriyeyê bişopîne û got, "Di navbera Tirkiyeyê û Suriyeyê da sînorekî 911 kîlometroyî heye. Herdu welat xwedan çandeke hevbeş û xizmayetiyeke nêzik in. Ev tişt nayên piştguhkirin."
Serokomar anî ziman ku "Ew sînorên ku piştî Cenga Cîhanê ya Yekem, bêyî pîvana mirovî û exlaqî hatin kişandin ku bi temamî berhemê projeyekê bû, ev sedsalek e ji bilî êş û pirsgirêkan tiştek nedaye vê coxrafyayê."
Erdogan herwiha got, "Îro gelê Sûriyeyê ji aliyekî di jêr zilma Esed û ji aliyekî jî di jêr zilma DAEŞ û rêxistinê din yê terorê da ne. Rejimê 380 hezar kesê bêguneh kuşt, ewên ku li hember vê yekê û Esed bêdeng man, DAEŞa rêxistina terorê ji xwe ra dikin hincet, dibin şirîkê vê helwestê. Ez li vê derê dîsan dubare dikim, di navbera rejima Esed û PYD, YPGya rêxistina terorê tu cudahî tuneye. Di navbera Eniya Nusreyê û wan da jî cudahî tuneye. Ev hemî şirîkê wan sûcan in, ku li hember gelê mezlûm yê Sûriyeyê tên kirin. Bila kes kesî nexapîne, dibêjin 'Sûriyeyê gazî me kir ji wilo em çûn' bila li qusûrê nemeyzênin lê gelo hûn mecbûr in biçin bi hewara qatilê 380 hezar mirovî, bi hewara dewleteke qatilê welatiyê xwe? Hûn ne mecbûr in, biçin alîkariya dewleteke nerewa, dewleteke terorê."
Erdogan behsa tirkmenên Bayirbûcakê jî kir û got, "Di bakurê Lazqiyeyê, li Bayirbûcakê, endamên DAIŞa rêxistina terorê tunene, bila kes kesî nexapîne."