AAyê xebatên xwe yên ji bo encamên hilbijartina serokomariyê qedand.
AAyê bi weşana taybet a hilbijartinê ve encamên hilbijartina serokomariyê yên li 81 bajar, 923 navçe û derveyî welêt bi 7 zimanan (tirkî, ingilîzî, erebî, rûsî, boşnak-sirp-xirvatî, kurdî -kurmancî û soranî- û fransî) biweşîne. AAyê agahiyên dawîn ên hilbijartina serokomariyê bi nûçeyên flaş ve bigîne abone û welatiyan.
Welatî dikarin encamên hilbijartina serokomariyê yên AAyê di malpera înternetê ya www.aasecim.comê de bi nexşe û grafîkên taybet bişopînin.
Malpera www.aasecim.comê ji xeynî tirkî bi ingilizî jî hat amadekirin, malperên înternetê yên ku li welêt û derveyî welêt weşanê dikin, dikarin bi qoda 'îframe'yê encamên hilbijartina serokomariyê yên AAyê bêpere biweşînin.
Malperên înternetê yên ku daxwaz bikin û malperên xwe entegreyî www.aasecim.comê bikin dê formê daxwazkirinê were şandin û heger formê tije bikin, AAyê qoda 'îfarme'yê ji wan re bişîne. Malper bi vî awayî yê daneyên encamên hilhijartina serkomariyê yên bi nexşe û grafîkên taybet ji www.aasecim.comê bêpere werbigrin.
Aboneyên Avea, Turkcell û Vodafonê dê encamên hilbijartina 10ê tebaxê ya serokomariyê bi SMSan ve demildest hîn bibin. Kesên ku Avea û Turkcellê bi kar tînin dê koda plaqaya bajarên xwe bi peyamekê ve bişînin 1523ê, yên ku Vodafonê bi kar tînin jî dê SECIM binîvîsin, navberekê bidin û koda plaqaya bajarên xwe binîvîsin û bişînin 7070yê. Piştî ku aboneyan ev peyam şandin, encamên hilbijartinê dê demildest bişînin telefona wan.
Ji hêla din ve encamên hilbijartinê di hesabên AAyê yên twitterê ''TR @anadoluajansi, ENG @anadoluagency, AR @aa_arabic, RU @aa_russian, BHS @aa_balkans, KR @aa_kurdish û FR @aa_french'' û hesabên facebookê ''http://www.facebook.com/anadoluajansi, http://www.facebook.com/anadoluagency, https://www.facebook.com/AnadoluAgency.AR, http://www.facebook.com/AA.Kurdish, http://www.facebook.com/anadoluagencyfr'' de jî bên weşandin.