Anadolu Agency (AA) wê beşdarî Fûara Pirtûkan a CNRê bibe û almanakên xwe bifiroşe. AA şirîkê ragihandina global a Fûara Pirtûkan a CNR ye.
Li gor daxuyaniya ku ji Dîrektoriya Ragihandina Sazûmaniyê ya Anadolu Agencyê hat dayîn, di navbera 28ê sibatê û 8ê adarê de li Îstanbul CNR EXPO Yeşîlkoyê fûara pirtûkan tê lidarxistin. AA jî di nav saziyên ku piştgiriyê didin fûarê de ye.
Fûar cara duyem e ku tê lidarxistin û temaya wê ya îsal "Sala 100emîn ya Şerê Çeneqqelê" ye. AA jî wê di fûarê de standa xwe veke û almanakên xwe bifiroşe. Stand wê li gor temayê bi wêneyên Çanakkaleyê bê xemilandin.
Ji bilî wêneyên Çanakkaleyê, wêneyên ku nûçegihanên AAyê di sala 2014an de kişandine wê bên nîşandan û pêşandana van wêneyan jî wê bê kirin.
Fûar bi destê CNR Holdîngê tê lidarxistin û Yekîtiya Weşana Çapemeniyê, Wezareta Çand û Tûrîzmê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Midûriya Perwedeya Neteweyî ya Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê piştgiriyê dide fûarê.