Kemal Karadağ
13 Mijdar 2021•Rojanekirin: 14 Mijdar 2021
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku ji 2 kesên dixwestin bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî alî Tirkiyeyê bibin hatin qefaltin yek jê endamê DEAŞa rêxistina terorê bû û di bultena sor da cî digirt.
Wezaretê di daxuyaniya xwe da bi bîr xist ku endamê DEAŞê di bultena sor da cî digirt û der heqê wî da jî biryara qefaltinê hebû û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Têkoşîna me ya li dijî terorê li sînoran dewam dike. 2 kesên ku dixwestin dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî alî welatê me bibin ji hêla yekîneyên me yên sînor va hatin qefaltin. Ji wan kesan yek endamê DEAŞa rêxistina terorê bû û der heqê wî da biryara qefaltinê hebû û di bultena sor da jî cî digirt."