Zafer Çakmak
13 Mijdar 2021•Rojanekirin: 15 Mijdar 2021
Serokomar Erdogan piştî ku Wezîrê Edaletê Gul çû serdana dê û bavê Başak Cengizê bi têlefonê bi wan ra axivî, sersaxî da malbatê û got ku Xwedê sebrê bide.
Wezîrê Edaletê Gul çû serdana malabata Başak Cengiza ku bi şûr hat kuştin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul çû serdana dê û bavê Başak Cengizê bi têlefonê bi wan ra axivî, sersaxî da malbatê û got ku Xwedê sebrê bide.
Wezîrê Edaletê Gul, Parlamenterê Enqereyê Emrullah Îşler, Waliyê Enqereyê Vasip Şahîn û Alîkarê Wezîrê Edaletê Zekeriya Bîrkan çûn serdana malata Başak Cengizê ku li Ataşehira Stenbolê rastî êrîş hat û bi şûr hat kuştin.
Abdulhamît Gulê sersaxî da malbatê di pey ra Serokomar Erdogan û malbatê bi têlefonê da xeberdan.
Erdogan sersaxî da Avnî Cengizê bavê Başak Cengizê û wiha got, "Bira serê me sax be, Xwedê sebrê bide. Înşellah Xwedê keçika we bi bihuşt û cemala xwe muşerref bike."
Serokomar Erdoganê bi Beyhan Cengiza dayik ra jî axivî wiha got, "Xwedê ji me ra dost û yar be. Mixabin li vê dinyayê hov û bêbextên wiha hene. Xwedê sebra we zêde bike."
- "Wê cezayê heq dike bistîne"
Wezîrê Edaletê Gul der barê serdana xwe da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Me sersaxî da malbata Başak Cengiza keçika me. Xwedê rehma xwe lê bike û sebrê bide malbatê. Hovê ku qesta jiyana wê kir û ji hezkiriyên wê dûr xist dê cezayê heq dike bibîne."