KARS
Hat ragihandin ku endamên rêxistinê li Qaqizmana navçeya Qersê rê birîn û 13 wesaît şewitandin.
Nêzî 30 endamên PKKê li texma Zeraphaneya gundê Çayarasiya li ser rêya Qaqizman-Îdir-Erziromê rê birîn û wesaît dan sekinandin. Endamên PKKê di nav wesaîtên ku dan sekinandin de 13 heb şewitandin.
Li ser vê hêzên ewlehiyê çûn herêma bûyer lê qewimî û tewdîrên ewlehiyê hildan, paşê jî xebatên vemirandina agir dest pê kir.
Endamên rêxistinê li texmên ji hev cihê yên ser rê 8 TIR, tankêreke LPGê, 2 pîkap û 2 heb jî tirîmbêl şewitandin, tîmên agirkujiyê bi zorê û heft belayî mudaxele kirin.
Ji navenda Qersê 4 îtfaiye sewqî Qaqizmanê kirin û xebatên vemirandina agir nêzî 2 saetan dewam kir.
Derket holê ku endamên rêxistinê têlefonên şofêran jî ji wan stendin û dest dan ser.