HAKKARÎ
Li Hekariyê polêsan mudaxeleyî koma ku bergirî danî ser rê û xwepêşandana bêdestûr li dar xist, kir.
Ji bo protestokirina êrîşa terorê ya li Sirûcê li 15 cihên cuda yên Hekariyê xwepêşandana bêdestûr hat kirin.
Koman bergirî danîn ser rê û bi molotof û fişengên hewayî êrîşî polêsan kirin û polêsan jî bi ava bitazyîq û gaza îsotê mudaxeleyî koman kir.
Di dema mudaxeleya li Taxa Kiranê de molotofa ku xwepêşandêran avêt li wesayîteke bizirx ket û wesayîtê qeza kir. Piştî qezayê TOMAyê av reşand û agirê wesayîtê tefand.
Xwepêşandêr belavî kolanên nav bajêr bûn û dawî li bûyeran hat.