Elif Orhan
25 Nîsan 2019•Rojanekirin: 26 Nîsan 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber êrîşa alîgirên PKKyê ya ser navenda Londonê ya TRT Worldê bi Midûrê Giştî yê TRTyê Îbrahîm Eren ra axivî û jê agahî sitandin.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan ji ber êrîşa alîgirên PKKyê ya ser navenda Londonê ya TRT Worldê bi Midûrê Giştî yê TRTyê Îbrahîm Eren ra bi telefonê axivî.
Erdogan der barê êrîşa komeke alîgirên PKKyê ya ser navenda Londonê ya TRT Worldê agahî sitandin û gote Îbrahîm Eren û malbata TRTyê derbasî be.