29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çû ziyareta malbata xazî Mehmet Yamanê ku di hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de li ser Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê de birîndar bûbû.
Erdogan ber bi êvarê ji mala xwe ya li Kisikliyê derket û çû mala Yaman a li kuçeya Usluyê ya taxa Înkilapê ya girêdayî Umraniyeyê.
Serokomar Erdogan li wir jin û du zarokên wî ziyaret kir, qasî saet û nîvekî li malê ma û Qur'an xwend.
Erdogan li heman apartmanê gustîla Arzu Su ya qîza Mixtarê Taxa Înkilabê Mahîr Sû û gustîla Mesût Uçar xiste tiliya wan û ew nîşanî kirin.
Sumeyye Erdogan Bayraktara qîza Serokomar jî beşdarî ziyaretê û nîşaniya Arzu Su û Mesut Uçar bû.
Welatiyên ku li taxê derketin kuçe û bi Erdogan re wêne kişandin û eleqe nîşanî wî dan.