29 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
AGIRÎ
Li Eleşkirta navçeya Agiriyê jinek nexweş, ji ber ku rê girtîbûn, li ser xizankê kirin û avêtin dû kerê heta gihandin ambûlansê îca gihandin nexweşxaneyê.
Li gundê Kayayoluyê ku 20 kîlometroyan dûrî navenda Eleşkirtê ye, jinek bi navê Sevgi Çoban (45) nexweşa romantîzmayê piştî zêdebûna êş û jana wê li servîsa 112ê geriya û alîkarî xwest.
Ekîba tendirustiyê hatin gund lê ji ber berfê nikarîn bi ambûlansê biçin heta ber deriyê nexweşê.
Li ser vê yekê nexweş li xizankê kirin û avêtin dû kerê heta gihandin ambûlansê.
Ekîba tendirustiyê Çoban li ambûlansê kirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Eleşkritê.
Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya Çobanê baş e.