16 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokê Kluba Jîmnastîkê yê Beşîktaşê Fîkret Orman bi peyama telgrafê ve pîroz kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Navenda çapemeniya Serokomariyê, Erdogan ji ber ku tîma Beşîktaşê di Lîga Super ya Spor Totoyê ya heyama 2015-2016an de bû şampiyon, ji Serokê Kluba Jîmnastîkê yê Beşîktaşê Fîkret Orman re telgraf şand.
Ji bilî telgrafê Erdogan ji Serokê tîma Beşiktaşê Fîkret Orman û Rahêner Şenol Guneş re telefon kir û ew pîroz kirin.
Serokomar Erdogan di serî de rêvebirên tîmê, xebatkarên teknîkê û futbolîstan, bi giştî hemû Beşîktaşiyan ji ber şampiyoniyê pîroz kir.
Tîma Beşîktaşê li Vodafone Arenayê tîma Osmanlisporê 3 û 1 têk biribû û bûbû şampiyon.