ANKARA
Wezîrê YEyê û Sermuzakerekar Egemen Bagiş diyar kir ku Tirkiye ji bo serdestiya hiqûqê û demokrasiyê rojeke dîrokî jiya û got ku Ergenekon îro bi awayekî fermî wek rêxistineke terorî hat qebûlkirin.
Egemen Bagiş pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê biryara doza Ergenekonê de bersivandin û diyar kir ku teşebûsên derbeyê û kesên ku van kirinan dan destpêkirin li dadgehê hatin darizandin. Bagiş got ku ev doz û vîn û bibiryariya welatê me yê ku di pêla YEyê de bi pêş dikeve, li hev tên û ez bi hêvî me ku ev doz kêrî pêvajoya YEyê ya Tirkiyê bê.
Bagiş destnîşan kir ku tu meqamên ku biryarên dadgehê tesdîq bikin, tunene û bi bîr xist ku dikarin ji bo biryarên doza Ergenekonê serî li temyîzê bidin û pêla darizandinê jî hêj berdewam e.
Bagiş got ku biryar ji bo Tirkiyê, nifşên pêşerojê û demokrasiyê pêşketineke bi xêr e û wiha axivî: "Xwezî ev teşebûsên derbeyê berê berê bihatina darizandin. Heke derbeya 1960î bihata darizandin derbeya 1971ê nedibû. Heke derbeya 1971ê bihata darizandin derbeya 1980yî nedibû. Derbeya 1980yî bihata darizandin, pêla 28ê sibatê nedihate serê me. Dîsa heke derbeya 28ê sibatê bihata darizandin, 27ê nîsanê nedihat jiyîn. Li gor min ev pêla darizandinê dereng ketiye lê ez vê yekê jî ji bo demokrasiya pêşketî wek gaveke gelek girîng dibînim."
Bagiş diyar kir ku doza Ergenekonê doza demokrasî û hiqûqê ye û divê her kes li ber encamên wê rêz bigire û got kesên ku dixwazin van encaman bikin amûra siyasî û porovakeyê li hember gel bedêla vê neberpirsîyê dê bidin.
Bagiş got ku dîrok dê demokrasîxwaz û kesên dijî demokrasiyê gelek baş ji hev veqetîne û sekna CHPê ya ji bo Ergenekonê rexne kir.