BEXDA
Serokê Parlementoya Iraqê Selîm el-Cubûrî destnîşan kir ku di hevdîtinên der barê budçeya 2015an da hatine asta dawîn, di navbera komên siyasî da li ser 3 xalan niqaş dewam dike û heke li hev bikin yê derxin erêkirinê.
Cubûrî bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê Salîm el-Gabban ra li ser budçeyê û rewşa ewlehiyê li parlementoyê civîna çapemeniyê li darxist.
Cubûrî got ku heke hevdîtina dawîn jî biqede dikarin budçeyê ji bo erêkirinê bişînin parlementoyê û wiha axivî: "Di navbera komên siyasî da li ser 3 xalan hê niqaş dewam dike.
Cubûrî li ser pirsa der barê vegerandina welatiyan ya herêmên xwe yên ku ji DÎŞIyê hatin xilaskirin da destnîşan kir ku qanûneke der barê vegerandinê amade dikin ku welatî li gor pergalekê vegerin malên xwe.
Cubûrî wiha got: "Erêkina budçeyê ji bo çareserkirina pirgirêkên aboriyê yê tevkariyeke baş bide."