AĞRI
Li Agiriyê ji ber ku hewa pir sar e car caran heywanên kovî hetanî gundan tên û zirarê didin mal û heywananên gundiyan. Hatina heywanên biyanî ji ber ku ji bo xelkê tiştekî pir bi talûke ye, şêniyên gundê Bayiraltiyê ji bo çareserkirina vê meseleyê biryarek dan. Li gor biryarê ji bo heywanên biyanî bermayî û yêm dibin li deşt û dehlê datînin.
Xelkê gund bermahiyên mala xwe saqatat û tiştên din ên ku peyda dikin, li nav gund berhev dikin û dibin datînin hin herêmên bilind û girikên gund.
Mixtarê gundê Bayiraltiyê Erdal Bûdak daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir, ji ber ku hewa sar e û heywanên kovî yên wek gur, rûvî û xinzîr li dehl û deştê xwarinê peyda nakin, heta nava gund tên.
Bûdak destnîşan kir ku gur hatine nava gund û seyên wan birine û wiha pê de çû: "Xwarin û bermayiyên ku dimînin em ji bo ku heywanên kovî heta nava gund neyên, dibin datînin ser çil û çiyan. Em gundî hemû heftê carekî kom dibin, hestî, saqatat nan û hemû bermayiyên din ên ku me berhev kirine dibin li dûrî gund datînin. Heta niha ji ber guran 5 seyên me çûn. Rûvî jî tên mirîşkê me dibin. Ji ber van kirinên wan, em jî ji bo tevdîrê bermayiyan dibin derveyî gund.
- "Em zarokên xwe bi şev dernaxin derve"
Ji şêniyên gund Kemal Bûdak jî destnîşan kir ku gundî ji hefteyê carekî xwarin û bermayiyên hatine komkirin ji bo heywanên kovî dibin û wiha dewam kir: "Em ji guran ditirsin û ji ber vê jî bi şev zarokên xwe dernaxin derve"