Sarp Özer
17 Sibat 2023•Rojanekirin: 19 Sibat 2023
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand ku esker digel wezîfeya xwe li herêmên erdhejê jî seba pêkanîna ewlehiyê wezîfedar in, beşdarî fealiyetên lêgerîn û xelaskirinê bûn, 52 hezar çadir ava kirin, xurekê bela dikin û bi rêya pireya alîkariyê ya esmanî bi 2 hezar û 602 sortiyan va alav û personel neqil kirin.
Akar bi Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Musa Avsever ra Navenda Kordînasyona Firokeyan a Artêşa Tirkiyeyê ziyaret kir.
Akar der barê xebatan da brîfîng hilda û telîmat dan.
Akar li ser pireya alîkariyê ya esmanî got, "Bi balafir û firokeyên ku Amerîka, Endonezya, Hollanda, Îngiltere, Qeter û Norwêcê wezîfedar kirin va 65 balafir, 66 firoke, 41 ÎHA/TÎHAyan bi tevahî 2 hezar û 602 sortî kirin. Ev reqameke mezin e. Bi van firînan va ji 32 navçe û 152 gundan ra alîkarî hatin şandin.
Akar daxuyand ku li herêmê jimara keştiyan jî derket 24an û hemû di teyaqûzê da ne û û seba xizmetê amade ne.
Akar destnîşan kir ku li Kahramanmaraşê jî nexweşxaneya sehrayê hat avakirin û di wê derê da jî xizmeta tenduristiyê tê dayîn.
Akar diyar kir ku eskeran heta niha 3 milyon û 700 hezar kûmanya li herêmên erdhejê bela kirin, bi 98 mitbaxên sehrayê û 35 firinên sehrayê va esker xizmetê dikin.