DIYARBAKIR
Serkonsolosê DYAyê yê Edeneyê John L. Espinoza Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ziyaret kir.
Espinoza bi Arîkarê Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Firat Anli re hat bal hev.
Espinoza daxuyand ku wezîfeya wî di meha tîrmehê de dawî dibe û wiha axivî: "Ez ji ber konferansekê hatim vir. Ji aliyekî din ve jî ev ziyareta min ya ji bo Diyarbekirê ya dawîn e. Çimkî wezîfeya min dê di meha Tîrmehê de xilas be. Ji ber vê yekê jî min hez kir Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ziyaret bikim."
Arîkarê Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Firat Anli jî got ku ew ji vê ziyaretê gelekî kêfxweş bûye û ew bawer dike ku Espinoza diyalog û têkiliyên xwe yên digel Diyarbekirê dê dewam bike.
Piştî hevdîtinê Anli, bişkokên ku nîşaneya Sûrên Diyarbekirê li ser in diyarî Espinoza kir.