DİYARBAKIR
Nûnerên saziyên medyayê yên li Diyarbekirê yên ku bi kurdî weşanê dikin gotin ku dê feydeya "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê" ya ku mazûvaniya wê Anadolu Agency (AA) dike ji nûçegihaniya kurdî re hebe.
Komxebat di 29ê gulanê de li Hêwana Konferansê ya Midûriyeta Giştî ya AAyê dê bê lidarxistin û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî wek mêvanê qedirbilind dê beşdarî komxebatê bibe.
Nûnerê Rûdaw Tvyê yê Diyarbekirê Maşallah Dekak got ku dê komxebata ku ajansa fermî ya dewletê dike ji bo nûçegihaniya kurdî gelekî bi kêr be.
Dekak got ku ew girîngiyê didin komxebatê û wiha dewam kir: "Di çarçoveyeke akademîk de dê li ser rojnamegeriya kurdî û çapemeniya kurdî rawestin û nîqaşan bikin. Ev ji bo pêşerojê tiştekî gelek hêvîdar e."
Rêvebirê Weşana Giştî ya Malpera Xeber Diyarbekirê Sidki Zîlan jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û di daxuyaniyê de diyar kir ku AAyê dest bi weşana kurdî kir, niha jî komxebateke bi vî şiklî li dar dixe, ev xebateke gelekî girîng e.
Zîlan got ku daxwaza wan ew e ku bi zazakî jî dest bi weşanê bikin û ji bo zazakî jî komxebateke wiha li dar bixin.
Zîlan destnîşan kir ku AA di nav ajansên herî girîng ên dinyayê de cih digre û ew spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku ji bo komxebatê ked dane, dike.
Zîlan got: "Ev komxebat destpêk e. Di pêşerojê de dê komxebatên berfirehtir bên lidarxistin, ev ji bo wan destpêkek e. Jixwe her tişt bi gavên biçûk dest pê dike. Dawxaza me ew e ku di pêşerojê de bi tevkariya saziyên taybet komxebatên berfirehtir bên lidarxistin."
Berpirsiyarê Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk got ku ew girîngiyê didin komxebatê û wiha axivî: "Ez bawer im ku dê komxebat di qadeke azad de bê lidarxistin û beşdarvan bi awayekî azad fikr û ramanên xwe bînin ziman."
Serokê Komeleya Mensûbên Çapemeniyê ya Diyarbekirê Mahmût Îrtem got ku ji bo nûçegihaniya kurdî gaveke girîng û xebateke watedar e.