ÎSTANBÛL
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş li Salona Deweta Hanogluyê beşdarî civîna ku bi destê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat hat lidarxistin bû û li vir axivî.
Demirtaş got ku AK Partiyî ji wî re dibêjin "Namzedê projeya CHPê", MHP û CHPyî jî dibêjin "Namzedê projeya AKPê". Demirtaş diyar kir ku her du aliyan jî bawer nedikir ku namzedekî heqîqî dê ji nav gel derkeve û wiha dewam kir: "Aqilê wan nedibirî kurdekî ku ji nav têkoşîna siyasal derketiye, wisa ne ku koka wî kurd e, kurdekî heqîqî bibe namzedê serokomariyê. Jê bawer nakin. Aqilê wan nabire ku kurdek wê rabe mafê tirkan, karkeran, kedkaran biparêze, nakeve serê wan. Nakeve serê wan ku kurdekê derkeve mafê jinan, elewiyan, êrmeniyan, cotkaran, gundiyan biparêze. Di paşxaneya wan a siyasî de helwesteke wiha çênebûye. Ew di xewnên xwe de jî bibînin, qebûl nakin ku kurdek hem mafê misilmanan hem mafê cihûyan diparêze. Ji ber vê çendê ye ku wisa panîk bûne û feleka xwe şaş kirine."
Demirtaş bi bîr xist ku wî mal û milkê xwe eşkere kiriye û wiha dewam kir:
"Kesê ku ji bo dewlemendiyê dikeve siyasetê ew bê exlaq e, bê namûs e. Ez bi awayekî eşkere bangewaziyê dikim. Bila namzedên din jî mal û milkên xwe yên ku dane ser jin, keç, kur û xalê xwe jî eşkere bikin. Heke hûn durust in van jî eşkere bikin. Hûn ji gel çi, ji bo çi vedişêrin? Ez jî 8 sal e ku parlementer im, tu jî 12 sal e parlementer î, serokwezîr î. Te li ser hev 4 salan ji min zêdetir mehaneya parlementeriyê stend. Te ev serwet çawa berhev kir, divê tu bibêjî. Ne pêkan e ku ev hemû bi hunerê çêbibe, qey tu yê ji bo hemû mal û milkê xwe nebêjî ku ev keda milê min e. Tu namzedê serokomariyê yî, tu yê bibî serokê gel, qey tu yê van nebêjî?"
Demirtaş li ser rewşa Filistînê jî sekinî û got ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê wehşet in û ev li ber çavên dinyayê diqewimin. Demirtaş bal kişand ku divê polîtîkaya rexnekirina Îsraîlê û dijberiya cihûyan neyê tevlihevkirin.
Demirtaş li ser berxwedana Kobanê û Sirûcê sekinî wiha pê de çû: "Yên ku piştgiriyê didin çeteyên wek DÎŞIyê, dê hesabê bide. DÎŞI dê vegere îcar li wan bixe. Heta niha tu dewleteke ku dibêje ez xurt im li hemberî DÎŞIyê ber xwe neda û ser neket. DÎŞI û komên têkildarî El Kaîdeyê ew qas hovane û wehşiyane tevdigerin ku li hemberî hemû dewletên ku artêşa wan bi rêk û pêk e bi ser ket. Li ku derê çok vedan? Li hemberî YPGê. Çima? Lewra li wê derê xweparastineke gel a meşrû heye. Mirov li wê derê axa xwe diparêzin. Wek DÎŞIyê barbariyê nakin. Serê mirovan jênakin û pê topê nalîzin. Wezîrekî Karên Derve û Serokwezîrekî ku der heq Xeze û gelê Filistînê yê mezlûm de hevokan saz dike, lê hîç behsa Rojava nake, ew li hemberî mirovahiyê durûtiyê dike û vê durûtiya xwe cardin derxe holê. Berxwedana gelê Xezeyê çi qas mafdar be, berxwedana gelê Kobanê jî ew qas meşrû û mafdar e."