ANKARA
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî bernameya televizyona Haberturkê bû û bersiva pirsên ku der barê rojevê de jê hatin pirsîn da. Kiliçdaroglu derbarê pêvajoya çareseriyê de fikr û ramanên xwe anîn ziman û hikûmet jî ji ber ku wan baş agahdar nake rexne kir û wiha pê de çû: "Ez, beşdarî kîjan civînê bibim, dibêjim ku ez dixwazim pêvajoya çareseriyê biçe serî. Ji min dipirsin "Gelo tu piştgiriyê nadî pêvajoyê?" Ezê piştgiriyê bidim çi, haya min ji tu tiştî tuneye. Ez desthilatiyê jî ji bo pêvajoyê semîmî nabînim."
Kiliçdaroglu bilêv kir kur heke îktîdar dixwaze dawiyê li terorê bîne, lazim e ku dilê hemû civakê xweş bike lê xebateke desthilatiya AK Partiyê ya wiha tuneye.
Kiliçdaroglu got ku em naxwazin dewlet bi rêxistinên xeyrî meşrû re guftûgoyan bike û xebatên Heyeta Mirovên Maqûl jî rast nabînin.
Ji Kiliçdaroglu hat pirsîn "Heyeta Mirovên Maqûl ji we randevû xwest, we çima neda?" Li ser vê pirsê Kiliçdaroglu jî got: "Mirovên Maqûl nabe ku girêdayî desthilatiyê bin."