Zafer Fatih Beyaz,Fırat Taşdemir
02 Nîsan 2024•Rojanekirin: 03 Nîsan 2024
ANKARA (AA) - Li gorî encamên neteqez, li gorî hilbijartinên berê yên herêmî, 6 şaredariyên bajarên mezin dest guhertin.
Tirkiye pêr bi mebesta hilbijartina rêveberên herêmî çû ser sindoqan.
Li gorî rêjeya ji sedî 99,99 ya sindoqên vekirî yên encamên neteqez ên Lijneya Bilind a Hilbijartinê, rêjeya beşdarbûna hilbijartina şaredariyên mezin ji sedî 78,11 bû.
- 6 şaredariyên bajarên mezin dest guhertin
Li gorî encamên neteqez, di hilbijartina 30 şaredariyên bajarên mezin da, CHPê 14, AK Partî 12, DEM Partî 3, Ji Nû va Refahê 1 şaredarî qezenc kirin. Şaredariyên Bajarê Mezin ên weke Balikesir, Bursa û Denizlî ku berê di bin rêveberiya AK Partiyê da bûn, digel Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê ya ku di dest MHPyê da bû, derbasî CHPyê bûn. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ku berê di destê CHPê da bû derbasî AK Partiyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê ji AK Partiyê derbasî Ji Nû va Refahê bû.
CHPya ku di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de 11 şaredariyên bajarê mezin bi dest xistibûn, di hilbijartinên 2024an da ev hejmar derxist 14an.