Ali Kemal Akan
06 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Musa Avsever wekî Sererkan hat wezîfedarkirin.
Di daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn da wiha hat gotin, "Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku Sererkan Yaşar Guler wekî Wezîrê Parastina Neteweyî tayîn kir, Fermandarê Hêzên Bejayê Musa Avsever wekî Sererkan hat tayînkirin. Heta ku şûna wezîfeya Avsever ya heyî yek were tayînkirin, wê wezîfeya xwe ya heyî jî bike."