Mehkemeyê der heqê 17 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa Myê ya Bîngolê firar kiribûn de biryara girtinê da û firarî di bin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh de ji dadxaneyê birin girtîgehê.
Her 17 firariyan jî di jêpirsîna xwe ya ewlekariyê de 'mafê neaxiftinê' bi kar anîn û piştî jêpirsînê sewqî Mehkemeya Cezayê a nobedar hatin kirin. Firariyan nexwestin ku li wir ifadeyê bidin û hatin derdestkirin.
Hat zanîn ku girtî îro dê sewqî girtîgehên li Van, Adiyaman, Ankara û Sîncanê bên kirin.