Walîtiya Bîngolê diyar kir ku 18 mehkumên endamê rêxistina KCK/PKKyê ku du roj berê ji Girtîgeha Tîpa Myê ya Bîngolê firar kiribûn, tunel vedane û wisa firar kirine. Ji van mehkûman 4 jê cezaxwarî bûn û 14 jî jê girtî bûn.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat destnîşan kirin ku operasyon bi koordînasyona Fermandariya Cendermeyan ya Herêma Tuncliyê bi plana teqîbkirina şop û rêçan hatiye meşandin. Deverên ku îhtimal hebû ku firarî tê de derbas bibin hatin girtin û ji Fermandariya Hêzên Bejayî piştgiriya firokên bêmirov û balafirên keşfê hat xwestin.
Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku kuçikên ku rêçê dişopînin jî beşdarî operasyonê bûn. 12 wesayîtên kobra û bi 12 tîmên cendermeyan û bi alîkariya polêsan ve jî lêgerîna mehkûman hat kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serê sibê piştî ku derve ronî bû bi piştgiriya helîkopteran lêgerînê dest pê kir. Yekîneyên li daristana ku dibe firarî lê bin bi hûrgilî lêgerînên xwe domandin. Di lêgerînê de fermandarê operasyonê bi megafonê ji bo teslîm bibin bangî firariyan kiriye, lê di encamê de tu kes nehat û teslîm nebû. Di lêgerînan de cihê ku firarî lê bûn hat tespîtkirin. Di operasyona de 17 firarî saxlem hatin girtin û ji bo girtina yê mayî jî lêgerîn didomin."
Di vê navberê de 17 firariyên ku hatin girtin piştî jêpirsînê derxistin Dadgeha Bîngolê.