ORDÛ
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got: "Çankaya yê miletê ye û dê dîsa bibe yê miletê. Em li bendê ne ku gelê me di ser rêjeya ji sedî 51ê re piştewaniya me bike."
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li qada Komarê ya Ordûyê bangî gel kir.
Serokwezîr wiha got: "Karê kesên ku nikarin di kongreya xwe de alaya me daliqînin çi ye di parlementoyê de? Ev parlemento, parlamentoya komara Tirkiyeyê ye. Ev gel tu caran we efû nake. Tu kî yî ku pirsiyariya dîtina me ya li ser alayê ya li ser miletê dikî."
"Hin kesên ku vedikşiyan li ser stûnên alayan, gelo niha ji ser stûnên alayan dadikevin? Belê dadikevin. Heke vê helwesta xwe bidomînin, dê bedêla vê jî bidin."
"Dewleta Îsraîl ya terorî, cardin êrîş bir li ser Xezeyê. Cardin zarokên bêsûc û bêguneh ên li keraxê behrê dileyistin kuşt. Dest bi qetilkirina jinên bêrî kir. Vana hiş û aqilê xwe winda kirine. Jineke parlementer a îsraîlî derket got 'divê hemû dayikên filîstînî bimrin.' Gelo tu jineke çawa yî? Gelo dengê komeleyên jinan dernakeve? Naxêr, dernakeve, çima; lewra zihniyeta vana hemûyan yek e. Ev li dijî dayiktiyê ne jî."
Serokwezîr Erdogan wiha dewam kir:
"Guleyê berde zikê jina misilman a ducanî, di ser de jî kinceke ku li ser 'bi guleyeke du canan bistîne' nivîsandî bide çêkirin. Vana însan nînin, ji însanetiyê nisîbê xwe negirtine. Ev bê namûsî û adîtî ye. Li ser navê mirovahiyê lanet li wa tînim."
Serokwezîr wiha pê de çû: "Ez bangî welatiyên xwe dikim. Ez naxwazim êrîşek wiha bibin li ser welatiyên me yên mûsewî. Çima? Lewra ew mûsewî, welatiyên me ne, ji ber ku welatiyên welatê me ne, di bin parastina me de ne. Em li dijî rêvebiriya zalim a Îsraîlê ne."
"Ew zatê li Pensîlvanyayê ji bo zarokên îsraîlî digiriya, li ser mirina wan peyamên serxweşiyê diweşan, ji ber ku Mavî Marmara diçû Xezeyê rexneya lê digirt. Gelo niha çi dike? Gelo we qet dît an jî bihîst ku ji bo zarokên xezeyî giriya, ji bo zarokên xezeyî peyamên sersaxiyê weşand? Na nikare bike. Lewra hesparê wî di destê wan de ye, mirov nikarê rexenyan kesê ku bi hesparê mirovan digre bigre."