Ji ber bûyerên terorê yên dawîn bi taybetî li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, li tevahiya welêt bertek tên nîşandan. Welatî piştgiriyê didin operasyonên hêzên ewlehiyê û dixwazin pêvajoya çareseriyê dewam bike.
- Diyarbekir
Ferhat Demirê esnaf destnîşan kir ku rêxistina terorê zirareke mezin dide gelê kurd û wiha got: "Divê rêxistin dev ji çekan berde. Em piştgiriyê didin operasyonan."
Demir diyar kir ku endamên rêxistinê rê dibirin û wesayîtan dişewitînin û wiha got: "Dibêjin em ji bo gel wiha dikin. Lê yên ku zilmê dibînin û wesayîtên wan tên şewitandin kurd in. Heger hûn ji bo kurdan dikin dev ji çekan berdin, aştî bixwe tê."
- Şirnex
Abdurrahman Tatarê memûrê teqawidbûyî diyar kir ku tim li gel çareseriyê ne û wiha xeberda: "Dewlet dixwaze li her derê hizûr û aramî çêbe. Li Şirnexê jî di 3 salên dawîn de tiştên baş çêbûn. Hin hêl dixwazin hizûrê xera bikin. Heger ev aştî xera bibe wê zirarê bide me hemûyan. Heger aştî tunebe îş û aş jî tuneye."
- Kayserî
Niyazî Tanrisever jî diyar kir ku dixwazin bûyerên terorê biqedin û wiha got: "Em helwesta hikûmetê diparêzin. Heta ku bûyerên terorê biqedin divê operasyon dewam bikin. Li derdora me şer heye. Em dixwazin di nav aştiyê de bijîn."
- Trabzon
Hikmet Çaglarê polêsê teqawidbûyî destnîşan kir ku şert û mercên herêmê baş dizane û wiha peyivî: "Min bi salan li herêmê wezîfe kir. Li tenişta me hevalên me cangorî bûn. Operasyon erênî ne, bi ya min dereng jî mane."
- Erzirom
Şentürk Çîl jî diyar kir ku hikûmetê di pêvajoya çareseriyê de gelek tişt kir û wiha got: "Helwesta dewletê di pêvajoya çareseriyê de xweş bû. Dewletê çi hewce dikir, kir, lê fehm nekirin."
- Mêrsîn
Ahmet Ozel karker jî diyar kir ku piştgiriyê didin operasyonên li dijî terorê û wiha got: "Divê derbeyeke mezin lêxin û ji kokê rakin. Di rojên dawîn de li ser hev xeberên şehîdan tên. Divê operasyon dewam bikin. Ji bo yekîtî û hizûrê dewletê rê nedin rêxistina terorê."
- Sêrt
Eyup Guzel jî destnîşan kir ku heta rêxistina terorê di nav sînorên Tirkiyeyê de be divê operasyon dewam bikin û wiha xeberda: "Di pêvajoya çareseriyê de di ciyê xûn û rondikên çavan de karên baş hatin kirin. Lê di rojên dawîn de bi nêrîneke baş li ser polîtîkaya Sûriyeyê siyaset kirin û êrîşî xelk û dewletê kirin. Dewletê bersiveke baş da van kesan. Ji bo pêvajo baş bimeşe divê terorîst ji welêt derkevin û ev têkoşîn dewam bike."
- Mêrdîn
Mehmet Onel destnîşan kir ku çalakiyên PKKyê herî zêde zirarê didie gelê herêmê û wika axivî: "Em wek gelê herêmê hizûr û aramiyê dixwazin. Di serî de PKK rêxistinên terorê hizûra me xera dikin. Em bûyerên terorê şermezar dikin û dixwazin çalakî biqedin."
- Batman
Huseyîn Ayanê teqawidbûyî jî wiha qise kir: "Bi saya pêvajoya çareseriyê hizûr û aştî hebû lê piştî hilbijartina 7ê hezîranê ji ber bûyerên terorê paş ma. Em bûyerên terorê şermezar dikin. Dewlet mecbûr e ku welatiyên xwe biparêze."
- Bîngol
Hamdullah Baş jî diyar kir ku ji ber êrîşên terorê operasyon dest pê kirin û wiha got: "Bi pêvajoya ku bi destê hikûmetê dest pê kir hizûr hebû. Lê rêxistina terorê bi êrîşên xwe xwest ji holê rake."