WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama ji bo çareseriya pirsgireka Kibrisê got: "Peyamên civakên Rom û Tirkan cesaretê dide me."
Obama li ofîsa xwe bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Antonîs Samaras re hevdîtin pêk anî û her du rêberan piştî hevdîtinê civîna hevpar ya çapemeniyê li dar xistin.
Obama qeyrana aboriyê ya li Yewnenîstanê bi bîr xist û diyar kir ku polîtîkayên kêmkirina xerckirinê ne çare ne. Obama got: "Divê ji bo butçeya welêt planek bê çêkirin û bê birêvebirin.
Lê ji bilî van divê ji bo pêşveçûna welêt û karên nû jî derfet bên pêkanîn. Samaras dê ji bo welêtê xwe biryarên girîng bide. Lê lazim e ku gelê Yewnanî jî bawer bike ku dê ji vê qeyranê bifilite."
Obama diyar kir ku di hevdîtinê de li ser mijara Kibrisê jî axiftine û wiha dewam kir: "Ji bo çareseriya pirsgireka ku ev bi salan e li Kibrisê dewam dike fersendeke mezin heye. Peyamên ku ji civakên Rom û Tirkan jî hatin cesaret da me. Ji bo çareseriya pirsgireka Kibrisê em ê bi hev du re bixebitin."
Serokwezîrê Yewnanîstanê Antonîs Samaras jî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kibrisê dê di nav hevkariyê de bin û got; em ê li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî û hiquqa navneteweyî tevbigerin.