SÎÎRT
Şaredariya Sîîrtê ji bo rêwitiya nav bajêr 25 otobêsên nû kirî. Hat diyar kirin ku dê rengê van otobêsan ji aliyê gelê Sîîrtê ve bê diyar kirin.
Serokê Şaredariya Sîîrtê Selîm Sadak destnîşan kir ji bo çareserkirina pirsgirêka rêwîtiya nav bajêr 25 otobês kirîn û wiha dewam kir: "Niha hundirê otobêsan ji bo rêwîtiyê tên çêkirin. Piştî 15ê çiriya paşîn dê otobês bikevin xizmetê. Rengê otobêsan jî dê gelê Sîîrtê diyar bike. Em li hêviyê ne ku welatî ji bo rengê otobêsan fikr û ramanên xwe li ser malperên înternetê yên wek facebook, twîtter û malpera şaredariyê ji me re bişînin."