08 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2016
ANKARA
"Giştînameya Serokwezîriyê ya bi hejmara 2016/1 a der barê nimêja înê da" ku ji bo nimêja înê hat amadekirin, di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Di giştînameya ku bi îmzeya Serokwezîr Ahmet Davutoglu hat weşandin da wiha tê gotin: "Di çarçoveya azadiya dîn da ku di destûra bingehîn û rêziknameyê da jî tê parastin, heger saeta nimêja înê û saetên kar ên karmendan bikevin ber hev, kesên ku di saziyên fermî û kamuyê da dixebitin, bêyî ku zirar bigihêje kar û baran û mesaiya kar xera bibe, dikarin ji bo nimêja înê destûrê hildin."
Li gor giştînameyê xebatkarên kamuyê dikarin saetên kar li gor saeta nimêja înê eyar bikin û piştî nimêjê dest bi kar bikin.