DÎMETOKA
Serokê Karûbarên Diyanetê Prof.Dr. Mehmet Gormez ji bo qendîla Beratê çûbû Trakyaya Rojava. Gormez li vira di serdanên xwe yên dawî de li gundê Rûşenlera girêdayî Dedeagacê, dergaha bektaşiyan ziyaret kir.
Prof. Dr. Gormez çû ser tirba Seyîd Alî Sûltanê ku di sala 1350 de hat Rûmeliyê û li vira xizmeta belavbûna îslamê kir. Li vira pîrê dergaha Seyyîd Alî Sûltan Mehmet Koç, Gormez pêşwazî kir.
-"Divê pêşiya vegerê muheqeq ez bihatama vê dergahê"
Gormez bi Pîrê dergahê Mehmet Koç û kesên li dergahê re Mala Meydanê ziyaret kir. Gormez li vira got: "Divê pêşiya vegerê muheqeq ez bihatama vê dergahê. Him li Anadoluyê him jî li Rûmaliyê bi windakirina dergahan, gelek tişt ji destê şaristaniya Îslamê çûn. Îro ev kesê ku me li vira ziyaret kirin û kesên mîna wî, 5, 6, 7 sedsal berê ji bo mertebeya mirovên kamil ku armanca herî mezin ya îslamê ye, li van devera belav bikin, hatin vira."