AMASYA
Saît Yuceyê Serokê Platforma Barlayê ku di heman demê de jî ji Amasyayê namzedê parlementeriyê yê AK Partiyê ye der heqê HDP û Rêxistina Paralel de axivî û got: "Rêxistina Paralel a ku wê demê li dijî girtina dersxaneyan derdiket, digot ew dersxane (fêrgeh) li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê wê rê li PKKê bigirin û nehêlin ku xort derkevin serê çiyê. Çi ecêb e yên ku ev gotin digotin îro ketinê milê HDPê."
Yuce daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di hilbijartinên berê de li hemberî AK Partiyê muxalefet hebû lê di vê hilbijartinê de ji bilî muxalefetê hêzên din jî hene.
Bi taybetî jî Yuce bal kişand ser Rêxistina Paralel û ragihand hêviya rêxistinê ew e ku AK Partiyê bihincirîne û AK Partî ji bilî wan bi lobiyên ermenî û cihuyan yên ku li DYA û welatên Ewropayê ne re jî têdikoşe.
Yuce destnîşan kir ku têkoşîna AK Partiyê ya bi van koman re dewam dike û wiha pê de çû: "Xelkê me di 7ê hezîranê de wê raya xwe bide kê baş zane. Ez wisa texmîn dikim û hêviya min jî ew e ku AK Partî di hilbijartinê de ji sedî 50 rayan hilde. HDP dixwaze ji sedî 10î derbas bibe, MHP ji sedî 30î û CHP jî ji sedî 30yî lê ez ji nêz de dibînim ku wê negihêjin armanca xwe."
Namzedê parlementeriyê yê AK Partiyê got ku serfiraziya AK Partiyê ya di hilbijartinê de wê ji bo hemû gelên misilman ên li Qafqasya, Rojhilata Navîn û Efrîkayê jî bibe cejn.
- "Nêrîneke ecêb e"
Yuce bal kişand ser îttifaqên ku ji bo hilbijartinê tên kirin û wiha dewam kir: "Rêxistina Paralel a ku wê demê li dijî girtina dersxaneyan derdiket, digot ew dersxane (fêrgeh) li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê wê rê li PKKê bigirin û nehêlin ku xort derkevin serê çiyê. Çi ecêb e yên ku ev gotin digotin îro ketinê milê HDPê. Niha ji HDPyê re rayan berhev dike. Ev çi nakokiyeke ecêb e. HDPyê berê bi molotofkokteylan ve êrîşî ser fêrgehên rêxistinê dikir. Hemû xebatên veberhênanê yên dewletê bombe dikirin, milet direvandin û esker û polês cangorî dikir. Ji ber van êrîşan balafirgeha li Yuksekovayê bi salan nehat çêkirin. HDP bi rastî ji gelê kurd hez nake."