03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
ANKARA
Nimêja cinazê zarokên ku li Qulpa navçeya Diyarbekirê di şewata qursa Qur'anê de miribûn wê Serokê Karûbarê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez bide kirin.
Li gor agahiyên ku ji Serokatiya Karûbarê Diyanetê hat hildan, piştî ku di şewatê de 6 zarok mirin û 3 zarok jî birîndar bûn, Gormez çû Diyarbekirê.
Piştî nimêja nîvro Gormez wê li mizgefta Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê nimêja cinazeyan a xwendekarên ku di şewatê de mirine bide kirin.
Xwendekarên ku mirine jê yek li Diyarbekirê û yên din jî wê li Qulpê bên definkirin.