GAZİANTEP
Li Gazîantebê bi hevkariya Navendên Lêkolînê yên Zanist, Perwerde û Çandê (BEKAM) û Anadolu Agencyê (AA) dê ji bo gihandin û perwerdekirina nûçegihanan qûrsa "Ragihandin û Çapemeniyê" bê dayîn.
Kordînatorê navendê Nûrî Sînoplûoglû, li navenda Weqfa Bulbulzade civîna çapemeniyê li dar xist. Sînoplûoglû got ku Zanîngeha Gazîantebê, Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr, Şaredariya Mezin a Gazîantebê piştevaniya AAyê kir.
Sînoplûoglû got ku ew xwedî studyoya televîzyon û radyoyê ne û dixwazin ji bo ciwanên ku dil dikin di qada çapemeniyê de bixebitin derfetan amade bikin.
Sînoplûoglû got ku pêdiviya wan bi bernameyeke wiha heye û wiha dewam kir: "Dê dersên wek wênekişandin, kameramanî û rêbazên nivîsandina nûçeyan bidin. Ji bo serfiraziya qursê me alîkarî ji AAyê xwest. Dê xebatkarên AAyê yên di qada xwe de pispor in, perwerdeyê bidin."
Sînoplûoglû destnîşan kir ku qurs bê pere tê dayîn û kesên ku dixwazin tevlî perwerdeyê bibin; dikarin li ser malpera fermî ya BEKAMê seredana xwe bikin.