24 Tebax 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2023
HAKKARÎ
Piştî ku Hekarî wek wîlayet ma welatiyan li kolana herî qerebalix a bajêr pankart daliqand û spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Ji pêşnûmaya qanûnê ya ku statuya wîlayetbûnê ji Hekariyê distand ev made hat derxistin û gelê bajêr ji ber vê yekê kêfxweş e.
Di vê çarçoveyê de Komîsyona Bila Hekarî Wek Wîlayet Bimîne li ser navê gelê Hekariyê pankartek amade kir û pankarta ku li serê "Em spasiya xwe pêşkêşî Serokomarê xwe yê ku daxwaza gelê Hekariyê paşve nezivirand, dikin" hatibû nivîsîn li Kolana Bûlvarê ya ku kolana herî qerebalix a bajêr e, daliqandin.
Li ser pankartê wêneyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî heye.