AGRI
Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik ji bo Bîrdariya Cangoriyên Hewayî got: "Tu yê van derd û êşan bînî û bikî nav çavê kurdan, wê perwaneyê li wê derê tîk bikî, welleh ez hurmetê nîşanî wê bîrdariyê nadim. Ez li ser rayeya xwe, wezîfeya xwe lêkolînê dikim. Heke rayeya min hebe ez ê wê bîrdariyê hilweşînim."
Sakik li avahiya şaredariyê daxuyanî da û diyar kir perwaneya balafirên ku di Serhildana Agiriyê ya 1926an de ketin di Bîrdariya Cangoriyên Hewayî ya li Meydana Abîdeyê de cih digirin. Sakik destnîşan kir ku der heqê vê yekê de wêneyên wek delîl li balê hene û wiha dewam kir: "Niha ew dibêjin 1929 lê ne rast e. Li bal min wêne û fotograf hemû hene. Ez ji ber xwe xebernadim. Wan bîrdariya 1926an anîn û danîn wê derê. Ew wêneyên sala 1926an hene. Ji ber bertekan gotin guhertin û gotin 1929. Du pîlot dema ku diçûn Îranê diçûn deweta Şahê Îranê. Niha li dinyayê binihêrin du pîlotên leşker li balafirê siwar dibin û bi balafireke taybet diçin dewetekê. Hûn derewa dikin qet nebe derewên xwe nexemilînin. Gelo dereweka wiha dibe? Ev perwaneyên balafirên ku ketine ne."
Sakik axaftina xwe wiha domand:
"Tu dibêjî ez aştiyê tînim û peykerê Mahsûn Korkmaz hildiweşînî. Nizanim dibêjî nirxên gelê tirk. Gelo nirxên gelê kurd tunene? Gelo hesasiyeta gelê tirk heye û ya gelê kurd tuneye? Ha te ew perwane anî danî wê derê ha te ew peyker anî danî wê derê. Bi Xwedê kim vê tevgera ku hûn dikin li gor projeya aştiyê ya ku îro hûn dimeşînin nîne."