BITLÎS
Ekîbên Şaredariya Edilcewazê doxa çemên ku di navçeyê re derbas dibin paqij kirin.
Şaredarê Edilcewazê Necatî Gursoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi xebatên paqijiyê ve bîna pîs û qirêjiya doxa çeman ew ê ji holê bê rakirin.
Gursoy destnîşan kir ku bi destpêkirina xebatan ve pêşî li mêşan hat birîn û wiha axivî: "Herî, kirş, qal û qirêjiya çêm êdî tê paqijkirin. Bi vê xebata me ve dora çêm ew ê xweş bibe. Em der û dora çêm jî temîz dikin ku dema leyî radibe av nede ser xanî û kolanan. Ji bo ku di pêşerojê de rewşeke xetere çênebe em tedbîrên xwe digrin."