ANKARA
Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek da zanîn ku hemû retweetên wî nayê wê wateyê ku wan tesdîq dike an jî piştgiriyê dide wan.
Şîmşek daxuyaniyeke nivîskî da û got rojnameya Sozcuyê îro bi serenavên xwe yên wekî "Ji Wezîr nexşeya skandal", "Apo jî Nexşeya Tirkiyeyê ya Wezîr Şîmşek xêz nekir" "nûçegihaniya provokatîf dike".
Şîmşek da zanîn nexşeya ku bû mijara nûçeyê aidê lînkeke ku pêr ji ser hesaba xwe ya Twitterê retweet kir e û wiha axivî:
"Ango ev tweet bi tu awayî aidê min nîne. Ev nexşeya ku min ew retweet kir, min ew ji bo ku xwendevan pê bihesin û bala wan bikşîne parve kir. Hemû retweetê min nayê wê wateyê ku ez wan tesdîq dikim an jî piştgiriyê didim wan. Ji ber vê yekê jî tu eleqeya min bi nexşeya ku mijara vê retweetê ye re tune û ez taswîb jî nakim. Mijarê bi vî awayê ji wateya wê dûr xistin û bi şîroveyên xwe kirin nûçe û ez ji ber vê yekê mat mam û xemgîn bûm."