11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
FRANKFURT
Doktor Ara Abahûnî yê welatiyê tirk ê ku bi eslê xwe ermenî ye di ciwaniya xwe de ji ber sedemên tenduristiyê eskerî nekiribû, ev 42 sal in bi tirsa tewqûfkirinê nayê Tirkiyeyê. Îro ji bo Abahûnî dûrmayîna ji welat xelas dibe.
Ara Abahûnî yê welatiyê alman û tirk ê ku bi eslê xwe ermenî ye, di sala 1952yan de li Stenbolê jidayîk bûye û di heman demê de jî doktorê tibê ye dê piştî 42 salan bajarê ku lê hat dinê ziyaret bike û ji ber vê jî bi kelecan e.
Abahûnî daxuyanî da peyamnerê AAyê û got ku bi bavê xwe ra ew ewil çûn Fransayê û dû re di sala 1970yê de li Frankfurtê bi cih bûn.
Abahûnî diyar kir ku kalik û bavê wî jî mîna wî doktor bûn û vêga keça wî doktor e û wiha axivî: "Min 25 sal berê li Frankfurtê mianexane vekir û ji sedî 80yî nexweşên min jî tirk in."
Abahûnî bal kişand ku ev 42 sal in nikare were Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Min li Tirkiyeyê eskeriya xwe nekiribû. Li vir almanan got, 'heger tu biçî Tirkiyeyê û ji ber leşkeriyê jî tiştek bi te biqewime, em nikarin midaxale bikin.' Ji bo xwendin û vekirina mianexaneyê, ez ji neçariyê bûm welatiyê alman. Em li vir jiyana xwe didomînin."
- "Rapora min a ji sedî 90 seqet e heye"
Abahûnî diyar kir ji ber ku eskerî nekiriye, ew newêre here konsolosxaneya Tirkiyê û wiha dewam kir:
"Min li Almanyayê belgeya nikare eskeriyê bike, stand. Min bi konsolosê tirk ê Frankfurtê re xeberda û got ku rapora min a ji sedî 90 seqet e, heye. Wan jî got, 'baş e, nexwe raporên xwe bîne.' Me hemû rapor kom kir û li bal tirkî wergerand. Me belge ji ser konsolosxaneyê şand Tirkiyeyê, şûbeya leşkeriyê. Dû re me belgeya nikare eskeriyê bike, stand."
Abahûnî bi kelogirî qala kelecana xwe ya ji ber çûyîna Stenbolê kir û got ku di rojên axiriyê de ji ber heyecanê xew nakeve çavê wî û wiha dewam kir:
"Dema ku ez çûm Stenbolê, ez dixwazim ku ji Taksîmê bimeşim Şîşliyê. Dû re dixwazim biçim Kumkapiyê. Jixwe ez tenê ji bo 4 rojan diçim, heger wext bimîne, ezê bi keştiya bi navê 'Fenerbahçe'yê ya li tengavê bigerim. Li Stenbolê gelek serpêhatiyên min ên biqîmet hene. Min xwe bixwe got ku madem emê bimirin, hema qe nebe beriya mirinê ez Tirkiyeyê bibînim."
- "Hesreta welatiyên me, hesreta me ye jî"
Konsolosê Tirkiyeyê yê Frankfurtê Ozkan Durmaz jî got ku ew gelekî di tesîra çîroka Abahûnî de ma û wiha dewam kir:
"Ji bo ku astengiya eskeriyê rabe, me miemeleyên hewce bi lez û bez kirin. Em amade ne ku alîkariya welatiyên bi vî rengî bikin. Di demên dawiyê de di çarçoveya polîtîkayên hikûmeta me da, welatiyên me yên ku tevî tu sûc û kiryarî nebûne, çi ermenî, çi suryanî, çi jî kurd em hewl didin ku dawiyê li hesreta wan a welat bînin. Emê keça Dr. Abahûnî ya ku ew bixwe jî doktor e derbasî qeyda nifûsa xwe bikin. Her welatiyekî me ji bo me biqîmet e, em naxwazin wan ji destê xwe bikin. Hesreta wan, hesreta me ye jî."