11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da leşkerek cangorî bû û leşkerek jî birîndar bû.
Li navçeyê piştî qedexeya derketina derva ya ku 8 rojan dewam kir, ji bo girtina xendekan û rakirina barîkatan li taxên wek Tekel, Konak û Mescitê û li kuçe û kolanan hêzên ewlehiyê operasyonên xwe yên li dijî terorîstan dewam kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da 2 leşker birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku leşkerên birîndar bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Fakuteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê û leşkerek digel midaxeleyê cangorî bû.
Li herêmê operasyon dewam dike.